
Biography:
Hussein Habasch is a poet from Afrin, Kurdistan. He currently lives in Bonn, Germany.
Born in 1970 in Şiyê Village. His poems have been translated into English, German, Spanish, French, Persian, Uzbek, Albanian, Russian, Romanian, Italian, Serbian, Macedonian, Bulgarian, Polish, Slovenian, Lithuanian, Vietnamese, Nepali, Hindi, Malayalam, Kannada, Tajik, Bengali, Turkish, Berber (Amazigh), Bosnian, Portuguese, Hungarian, Chinese, Greek, Mandarin (the language of Taiwan) and Tzotzil (the language of the Mayan peoples of Mexico), and has had his poetry published in a large number of international poetry anthologies, more than 100 anthologies. His books include: Drowning in Roses, Fugitives across Evros River, Higher than Desire and more Delicious than the Gazelle’s Flank, Delusions to Salim Barakat, A Flying Angel, No pasarán (in Spanish), Copaci Cu Chef (in Romanian), Dos Árboles and Tiempos de Guerra (in Spanish), Fever of Quince (in Kurdish), Peace for Afrin, peace for Kurdistan (in English and Spanish), The Red Snow (in Chinese), Dead arguing in the corridors (in Arabic) Drunken trees (in Kurdish), Boredom of a tired statue (in Kurdish), Flor del Espinillo (in Spanish) A Rose for the Heart of Life, selected Poems (in English) and Olvido (in Spanish). He participated in many international festivals of poetry including: Colombia, Nicaragua, France, Puerto Rico, Mexico, Germany, Romania, Lithuania, Morocco, Ecuador, El Salvador, Kosovo, Macedonia, Costa Rica, Slovenia, China, Taiwan, Cuba, Sweden, New York City, Sarajevo and Greece. Recipient of the Great Kurdish Poet Hamid Bedirkhan Award, awarded by the General Union of Kurdish Writers and Journalists. As well as the International “Bosnian Stećak” award for Poetry, awarded by the Bosnia and Herzegovina Writers Union. Bronze poetry award Aristotle from Naoussa international poetry festival in Greece.
Three poems by Hussein Habasch
Kurdish – English
Li dibistana Arîstotelês de
Ji bo Xanthi Hondrou-Hill
Li vê derê, hejîr bi tava rokê tîştîşî dibûn û diweşiyan,
nerînin fîlozof, bi çêşa hizir û zanînê av didan.
Li vê derê û di dibistanê de,
fîlozof guhê şagirtê xwe yê belengaz, Îskenderê Biçûk,
dikişandin û hêdî hêdî rê û rêbazên zehmet yên jiyanê,
û awayên têgihîştina wan hînî wî dikir.
Li vê derê, gûz diweşiyan û sihorîkan ew digindirandin devên xwe,
û di heman demê de, fîlozof ramanên nû digindirandin ser rûyê hebûnê.
Li vê derê, mamosteyê gewre pîr dibû, agirê felsefeyê gurr dibû
û şagirtê biçûk, mezin dibû, mezin dibû
û di hizrên wî girs û pir bitirs dibûn.
Li vê derê, dar, çivîk, çem û şikeft…
ji fîlozofê gewre fêrî hunera felsefeyê dibûn.
Li vê derê, rojekê ji rojan fîlozofê gewre winda bû,
di heman demê şagirtê wî weke şervanekî mêrxas li hespê xwe siwar bû,
bi dirêjî û firehî bi şûrê xwe cîhan talan û bindest kir,
ta ku jê re hate gotin Îskenderê Gewre!
Li vê derê, hêjîr hê jî tîştîşî dibin…
Sihorîk jî hîn weke berê gûzan digindirînin,
lê bê mamoste û bê şagirt.
Li vê derê, bêhna raman, felsefe, hizir û zanînê
hê jî ji devê şikeftê û ji şanoya dibistanê ya kevirî
ku niha giyayê bi pirahî lê girtiye!
Li vê derê, min hizir kir ku
ez ê demeke dirêj bi tenaha xwe bimînim
û li ser destên mamosteyê gewre “Hunera Helbestê” ji nû ve fêr bibim,
û helbesta hebûn û jiyana xwe ji nû ve li ser teşiya cîhanê birêsim!
In Aristotle’s school
To Xanthi Hondrou-Hill
In this place, figs were cracking under the blazing sun,
giving the philosopher’s visions a taste of contemplation and wisdom.
In this place and on the amphitheater of the school,
the philosopher was grabbing the ear of his wretched student, little Alexander,
and teaching him slowly the difficult paths of life and ways to understand them!
The disciple listened to him with great depth and intelligence,
and he did not let anything miss his little ears.
In this place the walnuts fell in abundance,
the squirrels rolled them into their mouths
as the philosopher rolled fresh ideas into existence.
In this place, the great master was getting old
and the logic of philosophy was growing and expanding.
The little disciple, was growing up
and the gluttony in his terrifying imagination grew stronger.
In this place, trees, birds, river and a cave
learned the skills of philosophy from the great philosopher.
In this place, the philosopher disappeared one day
while the disciple set out on his horse,
a very valiant warrior, striking the face of the earth
with his sword in length and breadth
until everybody called him Alexander the Great.
In this place,
Figs are still cracking…
The squirrels still roll the walnuts as before,
but without a master or a student.
In this place, the fragrance of wisdom, philosophy, meditation
and knowledge still oozes from the mouth of the cave
and the stone amphitheater of the school,
which is now thickly covered with weeds!
In this place, I thought myself retired for a long time,
learning the „Art of Poetry“ from the great master
as I had never learned it before,
and paraphrasing the poem of my existence
and my world again!
————————————————–
Kundê Sarapiquí
Ji bo Alvin Alonso
Li otêla bamboo, di odeya xwe ya dûr
ku di nav daristanê de bû,
min li darên li derdora xwe temaşe dikir
û guhê xwe dide ser strana bayê nazik û hênik.
Min li dengên sîsirk, kêzik, çûk, meymûn
û dengên hinek dewarên din jî
ku bala min dikişandin, guhdar dikir.
Ber bi deriyê balkonê ve çûm û min ew vekir
ji bo ku piçek bayê pak bikişînim.
Ji nişkê ve min Kundekî mezin, bi çavên hingivî,
li ser dara li hember xwe dît!
Bi baldarî li min nêrî,
weke ku çavên wê ji min bipirsin:
Tu li vir çi dikî xerîbo?
Kê tu aniyî vir?
Tu kê yî?
Ji bo tundiya pirsên çavên wî,
min gavek bi paşde avêt!
Wî bêtir, bi tundî, li min nêrî!
Ji bo vê yekê jî
ez di cihê xwe de rawestiyam
û bi dudilî, min destê xwe jê re liba kir.
Ew ji chê xwe jî nelivî
Ne xema wî bû,
û bi kêliyekê jî nerîna xwe neguherand!
Min telefona xwe derxist û wêneyek jê re kişand,
ew nelivî û çavên xwe jî ji ser min ranekirin!
Min deriyê balkonê girt, perde berdan
û ji bo ku xwe ji hêza çavên kund
û pirsên ku di hişê wî de digeriyan rizgar bikim,
ez ji bo seyranekê derketim derve.
Berî rojavabûnê ez vegeriyam odeya xwe,
deriyê balkonê vekir,
min kundê xwe di cihê wî de,
bi heman nerîn û gewrebûn,
û qet tiştek jî di wê de nehatiye guhertin, dît!
Min deriyê balkonê bilez girt,
perde jî bileztir berdan
û nizanim ji bo çi min wisa kir!
Pirsa ku niha di serê min de digere ev e:
Ma kundê Sarapiquí kundekî bêbext û reşbîniyê bû
yan kundekî aştî û aramiyê
di tirs û tenêtiya daristanê bû?
Sarapiquí owl
To Alvin Alonso
At the „Bamboo“ hotel
In my room deep in the woods,
I was watching the trees
Surrounding me on all sides
And I listened to their refreshing rustle
Listened to the sounds of crickets, insects, birds, monkeys
And other animals
Whose voices I could not distinguish.
I opened the balcony door
To breathe a little fresh air
I saw a huge owl with hazel eyes
On the tree right in front of me!
Suddenly it stared at me with intense focus as if to ask:
What are you doing here, stranger?
Who brought you here?
Who are you?
I took a step back, perhaps in awe of the questions
It stared at me more sharply
I froze in place
Then, hesitantly, waved my hand at it.
It didn’t care
Didn’t move
And didn’t change its stare even for a moment!
I took out my phone and photographed it
It didn’t move
And didn’t take its eyes off me!
I closed the balcony door, left the curtain as it was.
I went out for a walk
To free myself from the power of the owl’s eyes
And the questions that were running through its mind.
I returned to my room just before sunset
Opened the balcony door
I saw the owl in its place with the same stare
The same hugeness
It had not moved at all!
I closed the door quickly
Closed the curtain even faster
And I don’t know why I did that!
The question that haunts my imagination now
Was Sarapiquí’s owl an ominous sign?
Or an owl of peace and tranquility
In the wilderness of the forest?
————————————————–
Li Qehwexaneya Camus li Bonnê
Ez û hevalê xwe helbestvan Rolf Doppenberg derbasî qehwexaneyê Camus bûn,
qehwexaneya ku dilê taxa bajarê Bonnê ya kevin bi ronahiyê dixemilîne.
Qehwexaneyê „Efsaneya Sîsîfos„ anî bîra min,
min di ber xwe got: Ez Sîsîfos im,
zinarekî stûr li ser pişta min e, nervîna min ew e
ku hilkişim jor û dakevim jêr, ey Albert!
„Bela“ hat bîra min,
belaya zordariyê, rojane gelê min dikuje, ey Albert!
„Caligula“ hat bîra min,
Pir xemgîn bûn!
Çar Caligulayên xwînmij welatê min dagir kirine, ey Albert!
„Xerîb„ hat bîra min,
ez li her derê xerîb im, ey Albert!
Li ber maseya gilover, ez di nava xeyalan de difiriyam
û hevalê min î helbestvan li ser rewşa nivîsandinê
û li ser xem, bar û êşên wê diaxifî.
Tûrikekî paçî li ser rûyê dîwêr ve hatibû daliqandin,
li ser „Shakespeare and Company“ hatibû nivîsandin.
Wî tûrikî, ji nişkêve, ez birim Parîsê.
Beriya çend salan ez û helbestvanekî ji Kolombiyayê
li Taxa Latînî ji xwe re digeriyan.
Me berê xwe da wê pirtûkxaneya kevnar
ya ku rû bi rû bi ketedrala „Notre Dame“ re dikeniya.
Min jê, helbesta „Howl“ ya Allen Ginsberg
û du wêneyên reş û spî, yek jê yê Jack Kerouac bû
û yê din jî yê helbestvanekî dîn ku bi navê Rimbaud bû,
„The man with the wind at his heels“, kirî.
Min li quncika herî jor li baniya qehwexanê nêrî,
min dît ku Louis Armstrong festîvaleke muzîkê lidardixe
û bi xwe jî, bi gulmên zêrîn, pif tirompêta xwe ya xwedayî dike,
tirompêta ku di nav tiliyên wî de dibe baskên perperîkan û ronahiya firişteyan!
Di pê re, wî bi coşeke mezin sê stranên xwe yên herî xweş ji me re stran:
„Çi Cîhanek Xweş e“ (What a Wonderful World).
Piştî çepikên dirêj, wî ji me re
„Demeke dûr û dirêj derbas bû“
(It’s been a long, long time) stra
û wiha bi dengkekî xweş û zelal berdewam kir û got:
„Carekê, du caran, û careke din min maç bike, yarê“.
Festîvala xwe bi strana „Maçekî, li ser xewnekê ava dikim“
(A Kiss to build a Dream On) bi dawî kir.
Li tenişta maseya paşîn, stranbêja Cazê ya gewra
Billie Holiday, strana „Xanimek Bluesê distira“ distira
(Lady Sings the Blues) û di piştre serrast strana
„Mêweyek Xerîb“ (Srange Fruit) ya ku tije hêrs, êş û serhildan, stra.
Min di nabera xwe û xwe de pirs kir û got:
Ma gelo strangbêja gewre bi xwezayî mir yan hate kuştin?
Xemgîniyek xerîb weke „Mêweyek Xerîb“ xwe li min aland û hinava min dagir kir!
Li jorî stranbêjê gewre, saksofonîstê zîrek û jêhatî
Charlie Parker „Yardbird“, bi amûra xwe re mijûl bûbû
û amedeya xwe ji şahiyeke awerte,
ji bo rûmeta vê jiyana ku roj bi roj ber bi têkçûnê ve diçe, dikir.
Di rêzekê de, li kêleka Camus, min dît ku Kafka weke avahiya bîranînê
li ser gorên hemû şikestiyên cîhanê, radiweste.
Û bi çavên bêalî, bextên weke bextê Gregor Samsa, tîne bîra min.
Em tev di vê şahiya maskekirî ya ku bi navê cîhan tê naskirin de, bûne Gregor Samsa!
Lê em newêrin di neynikê de li xwe mêze bikin.
Lê çawa Toni Morrison ji Ohio gihîşt vir
û di navbera Kafka û Beckett de bi cih bûye?
Bersiv yekser ji wê de hat û got:
Ez hatim da ku ji te re li ser “Çavê herî şîn” (The Bluest Eye) bipeyivim
û we bi „Sirûda Silêman“ (Song of Solomon) hembêz bikim.
Di pê re bi xemgînî ji min re got: Ey Kurdo, tu ji me hemûyan reşiktir e!
Ez têgihiştim mabesta wê, min bi du hêsiran serê wê meç kir û xatirê xwe jê xwest.
Li tenişta T. Morrison, Samuel Beckett bi rûyekî tal,
weke ku ji şanoyeke ji şanoyên xwe yên „Dijrast“ derketibe, xuya dikir!
Ew bêkêr li benda hatina „Godot“ bû, „Godotê“ ku tu carî hizir nake ku bê!
Ev çi bêhêvîbûn e? Ev çi dilşikestin e, hevalê Samuel?
Li ser pirtûkxaneyeke biçûk ronahiyek bi nazdarî derdibû û diherikî.
Min dît ku hevalê min î helbestvan di nav peyvan re ber bi aliyê ronahiyê ve dinêre.
Ew ronahiya Marilyn Monroe bû!
Wê, em û tevahiya jiyanê bi ronahiya xwe ronî dikirin!
Di pê re, bedewtirîn kezîzera cîhanê diçû, derbasî tenahiya xwe dibû,
cixareya xwe vêdixist û di tariyê de çrûskên jiyana xwe dinivîsandin.
Di pencereyê re, Frida Kahlo bi dizî li me dinêrî!
Bi lez û bê rihetî, wê her tişt bi rengên xwe avdidan û wêneyên bi sosret çêdikirin.
Bilez, bilez wêneyên xwe çêdikirin!
Nizanim ger wê zanîbû yan nizanibû ku di tevahiya jiyana xwe ya kin de,
tenê êşên laşê xwe yê zirav, birînên giyanê xwe yên ku nayên dermankirin
û tengasiyên xwe yên di vê hebûnê de, çêdikirin.
Min jê pirs kir: Frida, çima tu ewqas bilez û bez wêneyên xwe çêdikî?
Wê bersiv da û got: 1-Morfîn!
2-Hest dikim ku barkiria min pir nêzîk bûye.
Lê Salvador Dali, ji pencereya din bi çavnebarî li Frida Kahlo dinêrî
û dest bi wênekişandê dikir.
Wî herdu helbestvan weke du hespên rewan çêkirin,
xizmetkara qehwexaneyê weke „Leda Atomica„ çêkir,
mêvanên qehwexaneyê weke tîrêjin rokê ku ji hêgekê derdikevin çêkirin,
xwediyê qehwexaneyê bi simbêleke ku weke ya xwe çêkir
û qehwexane jî weke otobusekê ku li ser rêya xewn û sawîran be çêkir
û kela dînbûna xwe têr kir.
Li dawiyê, me peyv, kaxiz û pirtûkên xwe pêçandin û rabûn,
lê min nizanî ku em weke du hespan yan jî weke du helbestvanên rewan rabûn.
Em ji qehwexaneyê derketin.
Li ber derî, semakereke baletê ku weke qulingeke spî,
xwe ji me re bi nazdariyekê hejand û li ser tiliyên ligên xwe cû û hat.
Me spasiya wê kir, û her yek ji me bi riya xewnên xwe û xewnên helbestên xwe ve cû.
Bonn, çile 2022
At Cafe Camus in Bonn
My friend, the poet Rolf Doppenberg and I entered Cafe Camus.
The cafe located in the heart of the old town of Bonn.
The cafe reminded me of the legend of „The Myth of Sisyphus“
I am Sisyphus, bearing the rock on my back, Albert!
I remembered „The Plague“
The plague of tyranny kills my people, Albert!
I remembered „Caligula“
Four bloody Caligulas’ occupy my homeland, Albert!
I remembered „The Stranger„
I am the stranger everywhere, Albert!
Around the round table I was flying away in dreams
While my friend the poet was talking
about the conditions of writing, its affairs and sorrows.
A canvas bag hangs on the wall
with „Shakespeare and Company“ written on it.
That bag took me by chance to Paris.
Years ago, a Colombian poet and I were hanging out in the Latin Quarter
and then we passed that old bookshop, the one looking and laughing
with the great Notre Dame cathedral
from which I bought Allen Ginsberg’s „Howl“
and two black and white portraits, one of them was of Jack Kerouac
and the other of another mad poet named Arthur Rimbaud:
„The man with the wind at his heels“.
I looked at the farthest corner of the ceiling
I saw Louis Armstrong having a great music festival
and playing himself on his divine trumpet,
which turns into butterfly wings and an angel’s light in his hands
Then he sang three of his most beautiful songs:
„What a Wonderful World“.
Then he followed it up with a song:
„It’s been a long, long time“ in which he says:
„Kiss me once
Then, kiss me twice
Then, kiss me once again
It’s been a long, long time“.
He sealed it with the song:
„A Kiss to build a Dream On“.
Near the last table, the legendary jazz singer Billie Holiday
was singing: „Lady Sings the Blues“
Then followed by her song bursting with anger and disobedience:
„Strange Fruit“.
Suddenly I asked myself: Did the legendary singer die or was she killed?
Some sadness, a strange sadness
like a strange fruit that invaded and settled my being.
Next to the legendary singer
The brilliant saxophonist Charlie Parker „Yardbird“
was busy tuning the world on his instrument
to throw an extraordinary party in honor of this world
that is narrowing and fading every day!
Above, in a row beside Camus,
we find Kafka standing as a memorial
to the graves of all the vanquished in this world.
With his uncaring eyes remind you of a fate like the fate of „Gregor Samsa“.
We all become Gregor Samsa at this masquerade party called the world,
but we don’t dare look at ourselves in the mirror until we see it.
As for how Toni Morrison arrived
from Ohio to settle between Kafka and Beckett?
A quick answer comes from her: I came to tell you about „The Bluest Eye“
and hug you with the „Song of Solomon“.
Then sadly, she said to me: O Kurd, you are blacker African than all of us.
I get what she meant.
I bowed to her and kissed her head with two tears.
In the far corner beside Tony,
Samuel Beckett frowned as if he had just come out of one of his absurd plays.
He was waiting in vain for the return of Godot who would never come!
What disappointment… What disappointment, comrade Samuel?
Above a small library the light was emanating with an astonishing abundance!
I saw the poet’s friend looking from the side of his eyes
during the talking to the direction of the light.
Marilyn Monroe was there lighting us up and lighting up our whole life!
Then she goes to her solitude, lights her cigarette
and writes in the darkness the fragments of her life.
From the window, Frida Kahlo was peeking at us.
Quickly, without pause, she was drawing everything.
She did not know that throughout her life
she only had painted the pains of her slender body,
the scars of her soul that could never be healed
and her ordeal in existence.
I asked her: Frida, why are you drawing so quickly, as if you were in a hurry?
She said: 1-Morphine!
2-I feel like I’m leaving early.
As for Salvador Dali
he was looked enviously at Frida from the opposite window.
He paints the poets as wild horses,
the waitress as „Leda Atomica“,
the café guests as suns shining from an egg,
the café owner with mustaches as his mustaches
and the café as a bus on the highway of imagination.
In the last, we folded our words, our papers and our books.
We got up, but I don’t know whether we were wild horses or wild poets?
Then we went out.
At the door a ballerina bid farewell to us with a white dance as a swan.
We thanked her and each of us went to the state of his dreams
and dreams of his crazy poems.

