Husên M. Hebeş – Kurdistanê

Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)

Biography:

Husên M. Hebeş (Hussein Habasch): Sala 1970 li gundê Şiyê, herêma Efrînê li rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Ji dawiya 1996 de li Almanya dijî. Gelek berhem belavkirine û ji bo gelek zimanan hatine wergerandin. Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Îngilîzî, Almanî, Îspanyolî, Fransî, Farisî, Ozbek, Albanî, Rûsî, Romanî, Îtalî, Sirbî, Makedonî, Bulgarî, Polonî, Slovenî, Lîtwanî, Vîetnamî, Nepalî, Hindî, Malayalam, Kannada, Tajîk, Bengalî, Tirkî, Berberî (Amazîxî), Bosnî, Portekîzî, Hungarî, Çînî, Yewnanî, Mandarin (zimanê Taywanê) û Tzotzil (zimanê gelên Mayan yên Meksîkayê). Helbestên wî di bêtirî 150 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de hatine belavkirin. Xelata Helbestvanê Kurd yê Mezin Hemid Bedirxan, ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ve tê dayîn, wergirtiye. Her wiha xelata “Bosnian Stećak” ya Navneteweyî ya Helbestê, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Herzegovina ve tê dayîn. Xelata bronzî ya helbestê „Arîstoteles“ ji festîvala helbestê ya navneteweyî ya Naoussa li Yewnanîstanê jî wergirtiye.

Li Qehwexaneya Camus li Bonnê

Ez û hevalê xwe helbestvan Rolf Doppenberg derbasî qehwexaneyê Camus bûn,

qehwexaneya ku dilê taxa bajarê Bonnê ya kevin bi ronahiyê dixemilîne.

Qehwexaneyê „Efsaneya Sîsîfos“ anî bîra min,

min di ber xwe got:  Ez Sîsîfos im,

zinarekî stûr li ser pişta min e, nervîna min ew e

ku hilkişim jor û dakevim jêr, ey Albert!

„Bela“ hat bîra min,

belaya zordariyê, rojane gelê min dikuje, ey Albert!

„Caligula“ hat bîra min,

Pir xemgîn bûn!

Çar Caligulayên xwînmij welatê min dagir kirine, ey Albert!

„Xerîb“ hat bîra min,

ez li her derê xerîb im, ey Albert!

Li ber maseya gilover, ez di nava xeyalan de difiriyam

û hevalê min î helbestvan li ser rewşa nivîsandinê

û li ser xem, bar û êşên wê diaxifî.

Tûrikekî paçî li ser rûyê dîwêr ve hatibû daliqandin,

li ser „Shakespeare and Company“ hatibû nivîsandin.

Wî tûrikî, ji nişkêve, ez birim Parîsê.

Beriya çend salan ez û helbestvanekî ji Kolombiyayê

li Taxa Latînî ji xwe re digeriyan.

Me berê xwe da wê pirtûkxaneya kevnar

ya ku rû bi rû bi ketedrala „Notre Dame“ re dikeniya.

Min jê, helbesta „Howl“ ya Allen Ginsberg

û du wêneyên reş û spî, yek jê yê Jack Kerouac bû

û yê din jî yê helbestvanekî dîn ku bi navê Rimbaud bû,

„The man with the wind at his heels“, kirî.

Min li quncika herî jor li baniya qehwexanê nêrî,

min dît ku Louis Armstrong festîvaleke muzîkê lidardixe

û bi xwe jî, bi gulmên zêrîn, pif tirompêta xwe ya xwedayî dike,

tirompêta ku di nav tiliyên wî de dibe baskên perperîkan û ronahiya firişteyan!

Di pê re, wî bi coşeke mezin sê stranên xwe yên herî xweş ji me re stran:

„Çi Cîhanek Xweş e“ (What a Wonderful World).

Piştî çepikên dirêj, wî ji me re

„Demeke dûr û dirêj derbas bû“

(It’s been a long, long time) stra

û wiha bi dengkekî xweş û zelal berdewam kir û got:

„Carekê, du caran, û careke din min maç bike, yarê“.

Festîvala xwe bi strana „Maçekî, li ser xewnekê ava dikim“

(A Kiss to build a Dream On) bi dawî kir.

Li tenişta maseya paşîn, stranbêja Cazê ya gewra

Billie Holiday, strana „Xanimek Bluesê distira“ distira

(Lady Sings the Blues) û di piştre serrast strana

„Mêweyek Xerîb“ (Srange Fruit) ya ku tije hêrs, êş û serhildan, stra.

Min di nabera xwe û xwe de pirs kir û got:

Ma gelo strangbêja gewre bi xwezayî mir yan hate kuştin?

Xemgîniyek xerîb weke „Mêweyek Xerîb“ xwe li min aland û hinava min dagir kir!

Li jorî stranbêjê gewre, saksofonîstê zîrek û jêhatî

Charlie Parker „Yardbird“, bi amûra xwe re mijûl bûbû

û amedeya xwe ji şahiyeke awerte,

ji bo rûmeta vê jiyana ku roj bi roj ber bi têkçûnê ve diçe, dikir.

Di rêzekê de, li kêleka Camus, min dît ku Kafka weke avahiya bîranînê

li ser gorên hemû şikestiyên cîhanê, radiweste.

Û bi çavên bêalî, bextên weke bextê Gregor Samsa, tîne bîra min.

Em tev di vê şahiya maskekirî ya ku bi navê cîhan tê naskirin de, bûne Gregor Samsa!

Lê em newêrin di neynikê de li xwe mêze bikin.

Lê çawa Toni Morrison ji Ohio gihîşt vir

û di navbera Kafka û Beckett de bi cih bûye?

Bersiv yekser ji wê de hat û got:

Ez hatim da ku ji te re li ser “Çavê herî şîn” (The Bluest Eye) bipeyivim

û we bi „Sirûda Silêman“ (Song of Solomon) hembêz bikim.

Di pê re bi xemgînî ji min re got: Ey Kurdo, tu ji me hemûyan reşiktir e!

Ez têgihiştim mabesta wê, min bi du hêsiran serê wê meç kir û xatirê xwe jê xwest.

Li tenişta T. Morrison, Samuel Beckett bi rûyekî tal,

weke ku ji şanoyeke ji şanoyên xwe yên „Dijrast“ derketibe, xuya dikir!

Ew bêkêr li benda hatina „Godot“ bû, „Godotê“ ku tu carî hizir nake ku bê!

Ev çi bêhêvîbûn e? Ev çi dilşikestin e, hevalê Samuel?

Li ser pirtûkxaneyeke biçûk ronahiyek bi nazdarî derdibû û diherikî.

Min dît ku hevalê min î helbestvan di nav peyvan re ber bi aliyê ronahiyê ve dinêre.

Ew ronahiya Marilyn Monroe bû!

Wê, em û tevahiya jiyanê bi ronahiya xwe ronî dikirin!

Di pê re, bedewtirîn kezîzera cîhanê diçû, derbasî tenahiya xwe dibû,

cixareya xwe vêdixist û di tariyê de çrûskên jiyana xwe dinivîsandin.

Di pencereyê re, Frida Kahlo bi dizî li me dinêrî!

Bi lez û bê rihetî, wê her tişt bi rengên xwe avdidan û wêneyên bi sosret çêdikirin.

Bilez, bilez wêneyên xwe çêdikirin!

Nizanim ger wê zanîbû yan nizanibû ku di tevahiya jiyana xwe ya kin de,

tenê êşên laşê xwe yê zirav, birînên giyanê xwe yên ku nayên dermankirin

û tengasiyên xwe yên di vê hebûnê de, çêdikirin.

Min jê pirs kir: Frida, çima tu ewqas bilez û bez wêneyên xwe çêdikî?

Wê bersiv da û got: 1-Morfîn!

                                 2-Hest dikim ku barkiria min pir nêzîk bûye.

Lê Salvador Dali, ji pencereya din bi çavnebarî li Frida Kahlo dinêrî

û dest bi wênekişandê dikir.

Wî herdu helbestvan weke du hespên rewan çêkirin,

xizmetkara qehwexaneyê weke „Leda Atomica“ çêkir,

mêvanên qehwexaneyê weke tîrêjin rokê ku ji hêgekê derdikevin çêkirin,

xwediyê qehwexaneyê bi simbêleke ku weke ya xwe çêkir

û qehwexane jî weke otobusekê ku li ser rêya xewn û sawîran be çêkir

û kela dînbûna xwe têr kir.

Li dawiyê, me peyv, kaxiz û pirtûkên xwe pêçandin û rabûn,

lê min nizanî ku em weke du hespan yan jî weke du helbestvanên rewan rabûn.

Em ji qehwexaneyê derketin.

Li ber derî, semakereke baletê ku weke qulingeke spî,

xwe ji me re bi nazdariyekê hejand û li ser tiliyên ligên xwe cû û hat.

Me spasiya wê kir, û her yek ji me bi riya xewnên xwe û xewnên helbestên xwe ve cû.

Bonn, çile 2022

Ez ê çawa?

Ez ê çawa ji jinekê re vebêjim ku li welatê wê hesp, çiya, gol û bêhna binefşan gelek in, û çawa jê re vebêjim ku ez ji hespan, çiyan, golan û bêhna binefşan hez dikim û bêtirî wan hemûyan jî ji wê hez dikim?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku deziyekî biçûk ji kirasê wê yê sor û sivik yê ku niha li xwe kiriye, dikare vê cihî bike zeviyeke fireh û mezin ji ganguliyan, û bişirînek nerm li ser rûyê wê, dike ku kulîlkên kîrazê li ser mil û destên bajaran bibişkivin?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku çelengiya wê dikarê serê mirovan, ji hemû parzemînan, bi aliyê xwe ve bizivirîne, û peyasa wê dikare ku rê û kolan aliyên xwe biguherînin û li pey şopa wê herin?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku lawendiya wê enerjiyeke pir mezin dide baskên perperîk û çûkan, û xweşikbûna wê çavên koran li seranserî axa Xweda vedike?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku elmas, zimrûd, pîrzok, kehrîbar, cemaz û yaqût bi giranbihaya xwe hest nakin tenê gava ew xwe di stûyê wê de dibînin û ezman stêrk, heyv û komstêrkên xwe nêzîkî wê dikin da ku ew ronahiyê ji ronahiya wê bigirin?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku hatina wê jiyan e, çûyîna wê êşkence ye û nebûna wê mirin e?

Ez çawa jê re vebêjim ku çemê Reynê gava ew dît, herikandina xwe rawestand û xwest ku rêjgeha wî di navik yan jî di nav ranên wê de be?

Ez çawa jê re vebêjim ku gulan xwestin ji serê wê re bibin kum, û reşreşkan xwestin ku bibin reşdankên bîhnxweşiyê di bin guhên wê de, û avweşînkan xwestin bibin mîna porê wê?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku kustîlka ku di tiliya wê di ji kustîlka pêximber Silêman girîngtir e, û bazindên ku di zendên wê ji hemû bazindên Kleopatra ku dixistin zendên xwe xweştir in, û gerdena ku di stûyê wê de nirixtir e ji hemû gerdenên Nefertitî, Semîramîs, Zenobiya û hemû şahjinên berê û niha?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku hilma wê helbestek ji hemû helbestên evînî yên Pûşkîn xweştir e, û delîveya wê ji romana „Cemîla“ ya Axtmatov çêtir e, û livandina destên wê ji hemû şanoyên Euripides, Aeschylus û Sophocles baştir e?

Ez ê çawa jê re vebêjim ku bejna wê birca rodankê ye, yan jî stûnê dirêj û kevnar e, ku tenê kesên ku razên firişteyan dizanin dikarin tîp û peyvên wê vekin û bixwînin, û dilê wê cihê ewlehiyê ye ji bo evîndar berdewamiya evîna xwe bikin û nirxê cîhanê pê pîroz bikin, û giyanê wê şêrîniyê, tenikiyê, nazikiyê û bedewiyê diyarî xwezayê dike?

Ez çawa jê re vebêjim ku ez ji wê hez dikim bêyî ku jê re bibêjim ku ez jê hez dikim û ew ji dil, raman, giyan û jiyana min tucarî naçe û naye vemirandin?

Çawa…..?

Bonn 2023

Ez ê di demek nêzîk de bêm Havana!

Giselle, ez ê di demek nêzîk de bêm Havana,

ma tu tiştekî ji vir dixwazî?

Erê, ez kevirekî, kevirekî piçûk ku bi çem û kaniyên welatê te hatiye şuştin dixwazim!

Bila kevirekî ku mîna çirûskên çavên te û rengê dilê te be.

Kevirekî ku ez xwe li ber eywana deryaya Havanayê pê bibînim

û ji wê eywanê re bêjim ev kevirê helbestvan e û matmayîna sîtavên wî ye.

Ev kevirê helbestvan e û wateya hebûna wî ye.

Ev kevirê helbestvan e ey pêlên bilind û masiyên dilşad.

Ev kevirê helbestvan e ey kefa spî, ey keştiyên ku weke bûkan xwe li ser ava zelal li ba dikin.

Giselle, ey hevala hêja

Niha bêyî ku tu bizanibî, te gelek birîn di dilê min de vekirin!

Birînên ku min dixwest hinekî wan rawestînim û jibîrbikim.

Birînên ku li dilê min dixin û hema hema ji fişarên xwe yên giran, wî dilî hûr hûrî dikin!

Ez ê çawa ji welatê xwe kevirekî ji te re bînim hevalê

û welatê min di her kêliyekê û her çirkekê de tê qirkirin û wêrankirin?

Ez ê çawa ji welatê xwe kevirekî ji te re bînim hevalê

û ev sî sal in ku sirgûnî mîna kevirekî giran li ser sînga min rawestiye

û henasên min bêyî ku bala tu kesî bikişîne, diçikîne?

Ez ê çawa bikaribim ji te re te bînim…?

Lê ka ez hinekî hizir bikim û çareyekê bibînim!

Erê, ez ê ji te re kevirekî biçûk bînim,

kevirekî ku bi çem û kaniyên sirgûniyê hatiye şuştin û çêkirin!

Kevirekî rengîn ku ez ê wî ji çemê Rheinê weke mircanekê derxînim

û bi ser de kevirekî din jî ku bi lêdana dilê min çêkiriye, bînim!

Erê, ez ê ji te re kevirekî bînim, dê ew jî mîna min, li welatê dûr,

bi sirgûniyê hest bike, lê gava ku di himbêza te de rûne, dê aram bibe

û êşa sirgûniyê di giyan û dilê xwe de sivik bike.

Giselle, min ji bîr kir ku ji te re bibêjim ku hevala min Bayan çûye Kurdistanê

û min jê daxwaz kiriye ku ji min re kevirekî ji welatê min bîne.

Kevirekî weke yê ku min ji vir ji te re aniye,

kevirekî ku ne bi çem û kaniyên sirgûniyê hatiye şuştin û çêkirin,

lê bi yên Kurdistanê hatiye şuştin û çêkirin.

Kevirekî wek ronahiya çavên min û rengê dilê min e.

Kevirekî ku ez ê wek hevalekî dilsoz biparêzim.

Kevirekî ku ez ê baweriya xwe pê bikim û ew jî baweriya xwe bi min bike.

kevirekî ku ji hemû keviran bi nirxtir be,

kevirekî dê di sirgûniyê de her dem hevalê min be!

Giselle, min tiştekî din jî ji bîr kir ku ji te re bibêjim,

min kevirek ji Havanayê bi xwe re aniye,

kevirekî ku bi çemên dilê te û bi deryayên wê yên germ hatiye şuştin û çêkirin.

Kevirekî, her ku min destê xwe pê kir,

dê peyarêyên Havanayê, kevir bi kevir, bêne bîra min.

Kevirekî ku gelek pinî li ser rûyê wî hene û xalek biçûk jî li ser çenga wî heye.

Kevirekî dibe ku ew gewherek be ku „Jose Marti“ wenda kiribû

da ku helbestvanê Kurdistanê wî bibîne û bi xwe re bîne sirgûniya xwe ya li Almanyayê.

Kevirekî ku li kêleka kevirê ku Bayanê ji min re ji Kurdistanê aniye dê cih bibe

û dê her du jî min di tenahî û sirgûniya min ya bêdawî de aram û rihet bikin.

Bonn/ Havana 2023

Leave a Reply

Ваша адреса е-поште неће бити објављена. Неопходна поља су означена *